Li Nisêbînê teqîn pêk hat
Yayınlanma:
Güncelleme:
Li navçeya Nisêbînê dema polîsan xwest bi wesayîta zirxî têkevin taxê û xendekên hatine kolandin bigirin teqîn pêk hat. Di encama teqînê de yek jê komîser 3 polîs mirin û polîsek jî birîndar bû.
MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dema polîsan xwest bi wesayîta zirxî têkevin taxa Barişê û xendekên hatine kolandin bigirin, teqîn pêk hat. Bi teqînê re wesayîta zirxî hate rûxandin û ji 4 polîsên di hundirê wesayîtê debûn 3 polîs mirin û polîsek jî birîndar bû. Hat zanîn ku yek ji van polîsan jî komîser e. Piştî teqînê gelek wesayîtên zirxî û ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Polîsên mirî û yê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Piştî teqînê jî gelek dengê çekan ji taxê hat.
Rojnamegerên ji bo şopandina bûyerê çûn cihê teqînê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.(diha)
Güncel
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.