Ji bo parastina xwezayê 'Yekîneyên Parastinê' ten avakirin

Ji bo parastina xwezayê 'Yekîneyên Parastinê' ten avakirin
Meclîsa Ekolojiya Amedê, bi boneya xweza û ekolojiya Kurdistanê ku ji aliyê leşkeran, HES û bendavan ve tê talankirin û wêrankirin biparêze, "Yekîneyên Parastina Xwezayê" ava dikin.

 

AMED - Xwezaya Kurdistanê ku bi hezar salan e ji mirovahiyê re bûye sifre ji aliyê leşker, HES û Bendavan ve tê talankirin û wêrankirin. Ji ber operasyonên leşkeran daristan, dehl û rez tên şewitandin û her der wêran dibe. HES û bendav tên avakirin û xweza, dîrok, çand di bin avê de dimînin. Li dijî talankirin û wêrankirina xwezaya Kurdistanê ku bi destê leşkeran pêk tê, Yekîneyên Parastina Xwezaya Kurdistanê tên avakirin. Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê, ji bo parastina xwezayê, dê bi tevlêbûna gundiyan Yekîneya Parastina Xwezayê ava bike. Ev Yekîne, dê li dijî şewitandina daristan, birîna darên qaçax, avakirina bendavan, neçîrên qedexe, têbikoşe û li ser piyan be. Beriya Yekîneya Parastina xwezayê bê avakirin, meclîsê di tîrmeha 2015'an de biryar da ku li navçeyên Hazro, Farqîn, Lîce, Hênê û Pasûrê herêmê li dijî bendavan biparêze û ji ber vê yekê Yekîneyên Parastina Xwezayê li vê herêmê bên bicihkirin. 

'Civîna yekem li Farqînê pêk hat'

Pişti Meclîsê dest bi xebatan kir, di 13'ê Tebaxê de li Farqînê li dijî bendava Geliyê Goderné ku nêzî 60 gundan di bin avê de bihêle civîna gel pêk anîn û der barê zerara vê bendavê de gel agahdar kirin. Yekîneya Parastina Xwezayê, bi biryarin ku li Kurdistanê gund bi gund, navçe bi navçe li hemû herêmên Kurdistanê ji bo parastina xwezayê yekîneyan ava bikin û her dem xwezayê li dijî êrîşên talankirin û wêrankirinê biparêzin. 

Yekineya Parastina Xwezayê, piştî civîna li Farqînê pêk anî, niha armanc dike ku li navçeya Pasûrê jî li dijî bendavan, talankirin û wêrankirina xwezayê gel zane bikin û têkoşîna xwe bilind bikin. Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Orhan Balyan, diyar kir ku dê bi riya Yekîneyên Parastina Xwezayê hewl bidin ku li hemû herêman û gundan dest bi parastinê bikin û destûr nedin ku êdî xwezaya Kurdistanê talan bike û wêran bibe. Balyan, anî ziman ku ji xwe her roj bi hezaran welatî li gund û warên xwe di nava xwezayê dene û wiha got: "Lê ji niha û şûnde dê bi zanebûn xwezaya xwe biparêzin û li dijî êrîşên talankirin û wêrankirinê me agahdar bikin. 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.