ÎSTANBUL - Di têkoşîna fînala Kûpaya Dinyayê ya FIFA 2014an de sibê Almanya û Arjantîn dê bên hemberî hev.
Pêşbirka ku li Stada Maracana ya li bajarê Rîo de Janeîroyê bê kirin, bi saeta Tirkiyeyê di 22.00an de dê dest pê bike. Hakemê îtalyayî Nîcola Rîzzolî dê pêşbirka fînala Kûpaya Dinyayê bi rê ve bibe.
Ji Arjantînê Dî Marîayê di pêşbirka fînala çaryekê ya ku bi Belçîkayê re hat kirin de seqet bûbû dibe ku di fînala li hemberî Almanya bileyîze. Lewra di pêşbirka nîvefînalê ya ku bi Hollandayê re hat kirin de cih negirtibû.Di tîma Almanyayê de ji bilî Shkodran Mûstafiyê fitbolîstê parastinê ku di pêşbirka tura duyemîn a bi Cezayirê re hat kirin de seqet bûbû tu kêmasî tuneye.(aa)