BITLÎS - Li Tatlisûya gundê Hîzanê şivanek rastî êrîşa hirçekî hat û di encamê de şivan birîndar bû.
Li gorî agahiya ku hat bidestxistin, şivan Abît Elpeyê 59 salî yê ku li Tatlisûya gundê Hîzanê dijî, dema ku li ber pêz bû rasî êrîşa hirçekî hat.Di encama êrîşê de Elpe ji gelek ciyên xwe birîndar bû. Bi midaxeleya kûçikê gurêx hirç revî û şivanê ku ji mirinê filitî jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîzanê.
Piştî midaxeleya li nexweşxaneyê, Elpe neqlî Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê kirin.