BATMAN - Di doza kuştina 7 kesên ji Orensuya gundê navçeya Hazoyê de 3 kes hatin binçavkirin.
Lêpirsîna der barê li gundê Orensuyê kuştina Bîlal, Sultan, Sabahat Efe, Selîme, Mehmet Tunla û Leyla, Osman Guneş de hê dewam dike.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan, ekîbên Midûriyeta Şaxa Asayîşê di teqîbata lêpirsînê de li gundê Aydinqonaxê operasyon li dar xistin û di encama operasyonê de M.T, Y.T û M.T derdest kirin.Bersûc hê li ewlekariyê îfadeya xwe didin.(Diha)