VAN - Malbata Uçer li Otbîçera taxa Payîzawaya navçeya Wanê di xaniyekî kevn de bi alikariya cînaran ve jiyana xwe didomîne û li hêviya rayedarane ku alikariyê bidin wan.
Bavê zarokan 2 sal berê çû Rûsyayê û venegeriya, diya wan jî par mir û li ser vê yekê Bîrgul (14), Nîrgul (12), Huseyn (9) û Mihemed Uçer (8) bêkes man û bi alikariya cînaran û eqrebeyên xwe ve jiyana xwe didomînin. Emîne Uçar a (18) meta zaran diyar kir ku diya zarokan par ji ber nexweşiyê mir û ji bo vê jî ew li zaran xweditiyê dike.
Uçerê wiha got: "Ez naxebitim ji ber vê em nikarin debara xwe bikin. Bi taybetî zivistanê yek jî rojên bi şilî de xaniyê me dilop dike. Serma der ve bi carekî ve dikeve hûndirê mala me. Qaymeqamiya Payîzawayê ser xaniyê me nûve girt û em ji dilopan xilas kirin. Weqfê ji me re xwarin, xurek û kinc anî. Ez ji xwedanê xêrê dixwazim ku bira ji van zaran re xaniyekî çêbikin. Heta ku ji min bê ezê li zaran xwedîtiyê bikim."
Bîrgul Uçerê jî diyar kir ku xaniyê wan wek xirabeye û xarina xwe jî di serşokê de dixwin.Uçerê wiha got: "Bi tenê ocaxa ceyranê ve em dikarin ji xwe re xwarinê çêbikin. Ew jî yek caran me dikişîne. Em ditirsin ku destê xwe bidin ocaxê. Zivistan di sermahiyê de em kincên xwe dişon. Ez ji xwedanê xêrê dixwazim ku bira ji mere kincşoyekî bikirin."(aa)