ÎSTANBÛL - Di ewlehiyê de di çarçoveya operasyona "rêxistina paralel" de 14 kes sewqî edliyeyê kiribûn, ji wana 8 kes hatin girtin.
Midûriya Şûbeya Têkoşîna bi Sûcên Organîze ya Îstanbûlê di çarçoveya lêpirsîna "guhdarkirina dereqanûnî" de 22 gumanbar hatibûn binçavkirin û duh sewqî edliyeyê kiribûn. Gumanbaran îfade dan Okan Ozsoyê ku lêpirsînê dike û dozger Gokalp Kurkçu, Cumalî Karakutuk û Yusuf Hakki Dogan. Piştî ku îfadeyê wan hatin girtin 14 kesan jo bo ku bên girtin sewqî Dadweriya Cezaya Sûlhê ya 1emîn kirin û ji wan 8 kes serbest berdan. Dadweriya nobedar jêpirsîna 14 kesan kir û Mesût Tilmaz, Mehmet Dîlaver, Fatîh Hincir, Îsmaîl Korlar, Şeref Bolat, Ramazan Orkûn Altinişik, Selahattîn Ergîn û Ercan Palas hatin girtin, 6 gumanbar serbest hatin berdan. Di vê navberê de xizmên gumanbaran ên ku li qata ku dadwerî wir e li bendê bûn jî biryarê bi çepikan protesto kirin. Di navbera xizmên gumanbaran ên xwestin ku derbasî beşa ku dadweriya nobedar wir e bin û ewlekaran de xirecir derket.
- 82 gumanbarên din jî sewqî edliyeyê kirin
Ji aliyê din ve di çarçoveya "saziya paralel" de ji berê sibê heta niha bi tevahî 82 gumanbar sewqî edliyeyê kirin. Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ji 75 gumanbarên ku di çarçoveya "sixurî"yê de hatin binçavkirin, muameleyên 65ê wan li Midûriya Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re de temam bû. Muameleyên 10 gumanbarên ku di nav wan de Midûrê Berê yê Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re yê Îstanbolê Yûrt Atayun jî di nav de ye, berdewam dikin. Ji aliyê din ve Alî Fûat Yilmazer jî di nav de 17 peywirdarên ewlehiyê yên ku li Midûriya Şûbeya têkoşîna bi Sûcên Organîze ya Stenbolê de di çarçoveya lêpirsîna "guhdarîkirina dereqanûnî" de hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê kirin. Bi vî awayî hemû muameleyên 39 gumanbarên ku di çarçoveya "guhdarîkirina dereqanûnî" de hatibûn binçavkirin, ên li ewlehiyê hatin temamkirin.(aa)