WAN - Li mezraya Maral a Gundê Zêwîkê yê Erdîşa Wanê welatî 85 salin li heviya rê ne. Ji ber ku rêya welatiyan tune, hemû bar û karê xwe li ser pita ker û hespan pêk tînin. Welatiyên ku li mezraya 10 kîlometre dûrî gund dijîn di demsalên zivistanan de zor û zahmetiyên gelek mezin dijîn. Mezraya ku berê ji 30 malbatan pêk dihat niha tenê 3 malbat mane. Malbatên din ji ber şert û mercên jiyanê tune xaniyên xwe hiştin û barkirin. Welatiyên mezrayê diyar kirin ku ji bo xizmeta mezraya wan bê kirin û rê bê çêkirin serî li hemû deriyan dan, lê tu encam û bersîv negirtin. Welatiyan anîn ziman ku mezraya wan 38 kilometre dûrî gundin û şert u mercên li ve mezrayê pir zor û zahmet e. Welatiyan anin ziman ku heta gundê 10 kîlometre dûrî wan bi hesp û keran tên û piştre jî bi maşîneyan diçin navçeyê. Welatiyan anîn ziman ku nûnerên partiyan di her serdemê de j bo dengan tên wan ziyaret dikin û sozan didin wan, lê piştî hilbijartinê wan zonên xwe ji bîr dikin û êdî carek din bi ser wan de naçîn. Welatiyan destnîşan kir ku destnîşan kir ku wekîlên AKP’ê ji bo rêya wan çêke soz dan wan, lê piştî pişta xwe dan wan û çûn sozên xwe ji bîr kirin. Welatiyan da zanîn ku wan daxwazên xwe ji Qeymeqamê Erdîşê û Wekîlê AKP'ê yê Wanê Fatih Çiftçî re ragihand, lê negihiştin tu encamê.
İdris Yılmaz