Li Şirnexê belgefîlma "Zarokên Şer" hat nîşandan

Li Şirnexê belgefîlma "Zarokên Şer" hat nîşandan
Şaxa Bajarê Şirnexê ya Memûr-Sena Ciwan, belgefîlma "Zarokên Şer" a Tulay Gokçîmenê da nîşandan.

Li Şirnexê ji aliyê Şaxa Bajarê Şirnexê ya Memûr-Sena Ciwan ve belgefîlma "Zarokên Şer" ya ku derhênera wê Tulay Gokçîmen û çêkerê wê jî ÎHH ye hat nîşandan.Danîşan li Hola Konferansê ya Fakulteya Zanistên Rêveberî û Aboriyê ya Zanîngeha Şirnexê hat kirin û Serokê Şaxa Memûr-Sena Ciwan Yusuf Guzel, Nûnerê Bajêr ê Egîtîm Bîr-Senê Mehmet Sari, Nûnerê ÎHHyê yê Şirnexê Eyyup Boçgun, Alîkarê Mûdirê Perwerdeya Bajêr Mehmet Tahir Budun, mûdirên şaxan û gelek xwendekar belgefîlm temaşekirin.

Serokê Şaxa Memûr-Sena Ciwan Guzel beriya danîşînê axivî û diyar kir ku wekî sendîqa armanca wan ew e ku nifşa Asim a Mehmet Akîf Ersoy, nifşa Vejînê ya Sezaî Karakoç û îdeala mezin a Necîp Fazil Kisakurek a gihandina ciwanên rojhilata mezin perwerde bikin.Guzel destnîşan kir ku xayeya wan a nîşandana belgefîlmê ew e ku dengê mezlûman bighînin dinyayê û wiha xeber da:

"Em spasiya derhênera belgefîlmê Tulay Gokçîmenê û çêkerê wî ÎHHyê dikin. Belgefîlm qala derûniyet û rewşa zarokên ku di şer de malbata xwe, ezayê bedenê xwe û welatê xwe wenda kirine dike. Em hemû dikin ji belgefîlmê hin encaman derxînin. Xayeya me ew e ku em dengê xwe bidin axîna mexdûran û dengê wan bigihînin her kesî. Ez dixwazim balê bikşînim ku zilm her ku ji kî tê bira bê, em li hemberî zilm û zordestiyê ne û li cem mezlûman in."(aa)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.