Li Silopiyê teqemenî avêtin avahiyê
Yayınlanma:
Güncelleme:
Li Silopiyê kesên ku nasnameya wan ne diyar teqemenî avêtin qata 2'emîn avahiyê. Di encama teqînê de xisara madî çêbû.
Li taxa Dîcleya navçeya Silopiya Şirnexê kesên ku nasnameya wan ne diyar teqemanî avêtin avahiyekê. Bûyer şevê din hate jiyîn. Teqemenî ket şaneşîna 2'emîn qatê avahiyê û bi dengekî bilind teqiya. Di encama teqinê de tu kesî jiyana xwe ji dest neda û birîndar nebû lê di avahiyê de xisara madî çêbû. Hate diyarkirin ku piştî bûyerê êrîşkaran bi du wesayitan li cihê bûyerê reviyan. Li gorî vegotinên şahidan êrîşkar bi du wesayitên rengê wan spî û gewr ku pleqeya wan nehatiye girtin reviyane. Piştî teqînê gelek polîs sewqî cihê bûyerê bûn. Polîsan li avahiyê û li kolanê lêkolîn pêk anîn.(aa)
Politika
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.